Roja şemê 3ê Oktoberê dem 13:00 li Westbahnhof xwepênişandanek mezin ji bo politikeke human ji bo penaberan!


Roja şemê 3ê Oktoberê dem 13:00
Westbahnhof – Christian-Broda-Platz
Xwepênişandan ber bi wezareta hundir diçe

Em bangî her kesê hevalbendê kesayetî û dijî nemirovatîyê, ku civat bin yan jî kesên tena xwe bin. Em hemû bi hevre di 3ê Oktoberê li dijî politika Komara Austria derkevin kolana û ne dilxweşiya xwe bidin xûya kirin. Tev bibin alikar û amade. Ji bo em xwepênişandanek mezin û bi hez pekbinin, em penaberan teva bi dilgermî silav û pîroz bikin.

Ew penaber çi bin û ji ku bin – penaberên cengê bin an jî yê politik bin, yan ji ber aboriyeke dijwar û nerind bûne penaber. Çi bibe bila bibe her penaber pêwistî alikariyêye. Penaberên ku ne bes ber sedemê kolonializmê bûne penaber.

Bibin alikar: mithelfen@menschliche-asylpolitik.at oder 0681/10430201

Politika Komara Austria a ne rind û ne mirovane li beramberi miletê Austria ku roj bi roj ew kesên ji ber xwe amadene ku xwe ji bo penaberan bi dil û can diwestinin, kesên ku bi tena xwe diçin Traiskirchen, û en din ku amadeyiya xwe didin xûya kirin ku bibin rêber û alikar. Û gellek tiştan diyarî penaberan dikin. Tu kes ji gunebariyê naye şuştin, eger ew hemberi penaberan ne mirovatiya xwe bidin xûya kirin. Xûyaye di bin wê politikaya rasismê de nerina Komara Austria dide xûya kirin. Ew jî di nerina vezira Austria a hundir Mikl-Leitner wer te xûya kirin ku wê dikaribû nehişta ku zarok ser qada zuha razabana. Gellek daxwaz ji gund, bajar û gellek kes û cihên alikariyê bikin û cih bidin penaberan. Lê mixabin vezira hundir ew alikari nexwast. Alikariya ne bi awaki fermî be li gor baweriya wê çê nabe bê wergirtin. Ew nêrin li dijî mirovayîyê ne tişteki di cihê xwe de ye. Ne raste ku kesên Austria nikarin wi barê giran hilgirin. Ew bar ji wan re ne giran bû. A raste ewe ku Komara Austria bi her awayi xwast ku zordariyê tixe wê reyê ku alikari negihê penaberan.

Ew dixwazin bi wê pênişandanê dengê xwe bighinin herkesi ku politikaya ne mirovayî a Komara Austria bi dawi bê. Politika dilgermî û nermî beramberi penaberan bi her ali jî bo jiyaneke xweş û serbilind û her aliyê jiyanê be parastin û bibin xwedi cih û war. Ne ji bo qeyd û benda avakirina diwarên bilind. Dibê sinor vebin ji bo dawibûna mirina bi kom li deryaya spi neminin. Ji bo herkes bikare bê tirs li vir  bijî û jiyana wî bê parastin. Daxwaza me ewe ku vezira hundir xwe ji vezirtiyê bide paş.